DERSIM 1994

DERSIM 1994

DERSIM 1994

Li gor rapora sala 1997an ku Waliyeta Rewşa Awarte bo Komîsyona Mafên Mirovan ya Parlementoya Tirkiyê daye, di sala 1994an de li Dêrsimê 183 gund hatin valakirin û ji ber van valakirinan 42 hezar gundî ji warê xwe hatin qewirandin. Belgefilma “Hezarûnehsedûnotûneh” li ser van bûyeran e. Di salên 1937-38an de, li Dersîmê Qirkirin/Jenosîd hat kirin. Heman Dêrsim di sala 1987’an de, bû Herêma Rewşa Awarte, û li wê derê konsepteke taybet hat sepandin. Gundên ku di sala 1994an de hatine valakirin û yên di sala 1938an de hatine hedef girtin hema hema heman gund in. Tiştên ku di sala 1994’an de hatiye jiyandin sedema binpêkirin û tunekirina ziman, çand, bawerî û sekna siyasî ya gelê herêmê ye.

Devrim Tekinoğlu di sala 1974’an de li Ovacik’a Dêrsim’ê jidayik bû. Tekinoğlu di rojnameya Dersimlilerin Sesi de, wek gerînendeyê weşanê xebitî. Di sala 2008’an de rojnameyeke bi navê Dersim Hayat saz kir. Di sala 2012’an de bû gerînendeyê weşanê û şirîkê avaker yê kovara çandê ya bi navê Ma ku ev kovar weşanên bi zaravayê Dimilkî dike. Di sala 2010 ‚an de weşanên Fam avakir. Heta niha bi dehan pirtûk derxistiye wek gerînendeyê weşanê. Di sala 2005’an vir ve ye li Dêrsimê lêkolînên qadê û lêkolînên dîroka devkî dike.
Regie: Devrim Tekinoglu
Dokumentarfilm
Türkei, Kurdistan 2017
Länge:55 min
OmdtU