EM ÊZİDÎ NE

EM ÊZİDÎ NE

EM ÊZİDÎ NE

Sinopsis;

Pêşî di derheqê film de;

Ev fîlm wekî proje ji PEN a Navneteweyî re hat xwestin ku – bi taybet piştî komkujiya Şengalê- jiyan û felsefeya Êzidiya bo hemû cîhanê û bi taybet bo nivîskar û rewşenbîrên cîhanê bide xuya kirin. ..

Me di 2017 an de dest bi kêşana fîlm kir û fîlm di 2018 an de xelas bû. Me xwest di vî fîlmî de tenê Êzidî hebin, tenê dengê wan hebe, tenê ew behsa xwe bikin, û her tişt tenê rastiya wan nîşan bide. Di fîlm de bi hêsanî em felsefeya Êzidiya nas dikin, rojên wan yên pîroz, cihên wan yên pîroz, cejnên wan, kinçûberên wan, baweriyên wan, jiyana wan ya rojane, due û beytên wan… Bi kurtasî di 35 deqeyan de nasîna Êzidiyan bi devê Êzidiyan…

Û bêguman di şexsê Befrîn de komkujiya hatiye serê Êzidiyan. Her çi qas ne terciha min bû jî nedibû dema mirov behsa Êzidiya bike behsa qirkirin û komkujiyên wan neke. Ji ber hinekî dîroka Êzidiyan hinekî jî dîroka komkujiyê ye. Befrîn jî di şexsê xwe de behsa dîroka Êzidiyatê ya talan û qirkirinê dike…

Jiyana Derhêner;

Şêxmûs Sefer ji Mêrdînê ye, li Amedê dijî.

Helbestvan e, wekî civaknas kar dike, serokatiya Komeleya Nivîskarên Kurd û Navenda PEN a Kurd kiriye, nêzî şeş salan ji televizyonên Kurdî re heftane bernameyên çand û hunerê amade û pêşkeş kiriye. Zewicandiye û bavê du keçika ye. EM ÊZİDî NE Derhênerê fîlm; Şêxmûs Sefer Kameraman; Kawe Hadî û Warman Saeed Çêker; PEN a Navneteweyî Sal; 2018

TRAILER