WAR / HOME

WAR / HOME

WAR / HOME

War nasîya me dide çîroka Hecî Anê ya ku naxwaze terka mala xwe ya li Sûrê bide ku bi maweya 20 salan wê di ber her qorzîyeke wê de xwêdan rêtiye. Ev mal ji bo vê malbata giran cîyek e ku berîya demeke dirêj ji ber koça zoremilî wan hatiye û ji nû ve ava kiriye, berîya pêlekê di henga şerên li Sûrê û qedexeyên derketina bo derve de xwe li quncikên wê yên keresî girtine, niha jî di taxên qada veguherana bajarîyî de di nava nedîyarîyê de bûne bendewar.

Felat Erkozan, sala 1993’yan, li Dîyarbekirê ji dayîk bûye û mezin bûye. Xwendekarê Beşa Radyoyê, Televizyonê û Sînemayê ya Fakûlteya Ragihanê ya Zankoya İstanbulê ye. Felatê ku ji sala 2013’an û vir ve bi xebatên xwe yên wêneyî û vîdyoyî berdewam e nexasim bi xebatên xwe yên bihûrgilî yên li ser senaryonûsîyê piştevanî û bûrsên curecur kar kirin, beşdarî pêşbazîyan bû. Bi mijarên bajêr û ekolojîyê eleqedar dibe.
Regie: Felat Erkozan
Kurzfilm
Türkei, Kurdistan 2018
Länge:14 min